Bi hezaran Ermenî ji bo îstifakirina serokwezîr Paşînyan meşiyan

“Di dîroka xwe de me xayîntiyek wisan ne dîtiye”.
Bi vê hêrs û gotinê bi hezaran Ermenî li paytext Êrîvanê li dijî serokwezîr Nîkol Paşînyan meşiyan.

Serokwezîrê Ermenîstanê ku peymana têkçûyîna xwe ya li hemberî Azeriyan îmzekirî di hedefa gel de ye.

Rojane li paytext Êrîvanê gel xwepêşandanan lidar dixin û dixwazin Paşînyan îstifa bike.

Doh careke din xwepêşandêr li rêya Alabyana kom bûn û di bin dorpêça polîsan de ber bi Qada Fransa yê ve meşiyan.

Xwepêşandêran peymana ku Paşînyan bi Azerbeycanê re îmze kirî weke “xiyaneta herî mezin di dîroka xwe de binav dikin.

Îro jî xwepêşandêr careke din bi heman armancê li qadan bûn.

Mixalîfên Ermenîstanê wê di 22 Kanûnê de piştî meşa girseyî ya li paytextê dest bi grevê bikin.

Back to top button