Hêzên Asayîşê 47 kesên ji bo dadweriyê dihatin xwstin, girtin

Di operasyoneke Hêzên Asayîşê li Qamişlo û Tirbespiyê de, 46 kesên ku ji bo dadweriyê dihatin xwestin, hatin girtin.

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku, wan duh operasiyonek berfirh, li gundewarê bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê, pêk anî.

Di encamê de, li gundewarê bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê 46 kesên ku bi tawanên cuda ji aliyê hêzên Asayîşê ve dihatin xwestin, girtin.

Asayîşê teqez kir ku, di çarçoveya parastina ewlehî û aramiya herêmê de, ew ê operasyonên xwe dewam bikin.

Back to top button