Navbera QSD û artêşa Tirk a dagirker li gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê, şerekî dijwar qewimî.
Vê sibehê û careke din bi hewldana dagirkirinê çeteyan êrîşî gundê Mişêrfê kir û di encamê de şerekî dijwar navbera wan û şervanên QSD rû da.
Hewldanên bipêşdeçûyîna çeteyan ber bi gundê Mişêrfa û Cehbelê jî, duh di saetên êvarî de, bi çalakiyeke sekvanî ya QSD hat têkbirin.
Hemwextî êrîşên giran, navbera navçeyên Til Temir û Zirganê yên nêzî eniyên şer, tevgereke zêde ya çeteyên dewleta Tirk heye.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe her wiha gundê Toxar ê bakur-rojhilatê bajarê Minbicê jî topbaran kir.