Efrînê..di encama teqîna 2 mayînan de 6 çete hatin kuştin û serçeteyek birîndar bû

Li Efrîna digirkirî, di encama teqîna 2 mayînan de, 6 çete hatin kuştin û serçeteyek birîndar bû.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, şevê din li navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî mayînek bi erebeya serçeteyekî ve teqiya.

Di encama teqînê de, serçete bi giranî birîndar bû.

Her wiha li navçeya Cindêrisê jî, di encama teqînekê li cebilxaneya çeteyên dagirkeriya Tirk de, 6 çete hatin kuştin.

 

 

Back to top button