10 çekdarên Taliban û 13 polîsên Efxan hatin kuştin

Li Efxanistanê, 10 çekdarên Tevgera Taliban û 13 polîsên Efxanî, hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Efxanî ragihand, li bajarê Hilmnd (هلمند) çekdarên Talibanê êrîşî bendên ewelehiyê, kir.

Di encama êrîşê de, 10 çekdarên Tevgerê û 13 polîsên Efxanî, hatin kuştin.

Tevgera Talibanê jî yekser berpirsyariya xwe ragihand.

Di nava vê mehê de, di encama êrîşeke asmanî de, 14 çekdarên Talibanê hatibûn kuştin.

Back to top button