NY: Ji 10 penaberên Sûrî 9 di rewşek hejariyê de ne

NY ragihand ku jimara malbatên Sûrî yên hejar ên li Libnanê, di sala 2020’an de ji sedî gihiştiye 89’an.

Ajansa Koçberan a NY, Bernameya Xwarin a Cîhanê (WFP) û Fona Alîkariya Zarokan a NY (UNICEF) têkildarî qeyrana aborî ya li Libnan û rewşa koçberên Sûrî yên li welat, lêkolînek pêk anî.

Di lêkolînê de, hatiye gotin, jimara malbatên Sûrî yên hejar di sala 2020’an de ji sedî gihiştiye 89’an.

Lê 2019’an, di asta ji sedî 55’an de bû.

Li gorî lêkolînê, ji Cotmehê ve bihayê xwarinê ji sedî 174 zêde bûye.

Libnan ku bi 90 milyar dolarî deyndar e, piştî şerê navxweyî yê navbera 1975-1990’an di nava qeyrana herî mezin a aborî de ye.

Li gorî daneyên fermî yên welat, ji ber şerê 2011’an ê Sûriyê, 1.5 milyon penaber li Libnanê dimînin.

Back to top button