Salih Muslim: Şewitandina buroyan û êrîşa Amêdiyê pêşîgirtina li yekrêziyê ye

Endamê Têkiliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku şewitandina buroyên ENKS’ê li herêmê yek ji hewldanên hilweşandina danûstandinên Kurdî ye. Muslim anî ziman ku kesên destdirêjiyê li gerîlayan bike wê li cem gelê Kurd têk biçe, lewma hişiyabûn jê re pêwîst e û banga lidarxistina kongreyeke netewî kir.

Endamê Têkiliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku şewitandin buroyên partiya ENKS’ê hewldaneke pêşîgirtina li yekrêziya Kurdî ye û banga lidarxistina kongreyeke netewî kir.

Di van demên dawî de, hin alî ji bo têkirina xebatên yekîtiya Kurdî û rêşkirina Rêveberiya Xweser, di nava hewldanan de ne.

Ev yek jî bi şewitandina buroyên ENKS’ê li Dirbêsiyê, Amûdê û Hesekê piştrastir bû.

Endamê Têkiliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim di hevpeyvînekê li gel Ajansa Nûçeyan ANHAyê de, ji van hewldanan hişyarî da û teqez kir ku wê ev yek li pêşiya yekrêziya Kurdî bibin kelem.

“Di demeke wiha de, şewitandina buroyên ENKS’ê li herêmê hewldaneke hilweşandina diyalogê ye.

Li pişt vê planê jî, bêguman dewleta Tirk a faşîst heye, lewma divê partî û gelê me hişyar bin.

Divê Kurd bi van lîstokên dijmin neyên xapandin.

Salih Muslim destnîşan kir ku reşkirina Rêveberiya Xweser ji aliyê hin rayedarên PDK’ê ve, (wekî Mesrûr Barzanî) parçeyekî vê planê ye, ku naxwazin pergala herêmê bi pêş bikeve.

Salih Muslim: Kesên destdirêjî û astengiyê li ser Gerîlayan bike wê têk biçe

13’ê Kanûnê PDK’ê û “Pêşmergeyên Roj” ên li Amêdiyê êrîşî Gerîlayan kir û 3 gerîla birîndar kirin.

Muslim jî ev êrîş weke arandinê bi nav kir û da zanîn ku ev êrîş nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Kurdistanê û kesên destdirêjiyê li gerîlayan bike, dê li cem gelê Kurd têk biçe, lewma hişiyabûn jê re pêwîst e.

Muslim got:

“Pêşmerge hêzên Kurdî ne, berjewendiyên Kurdan diparêzin.

Di pratîkê de jî, Pêşmerge hatin Kobanê, li kêleka YPG/YPJ’ê şer kirin.

Ti acizbûna me ji Pêşmergeyan tune ye.

Ev hêzên ku êrîşî Amêdiyê kir, hêzên taybet û kesên girêdayî hin deveran in.

PDK bi giştî jî vê arandinê napejirîne, yên di bin bandora Tirk û berjwendiyên wan bi Tirkan re hene, dipejirînin.

Şerê navxweyî wê zirareke mezin bide tavahî gelê Kurd, bi tayebt Rojavayê Kurdistanê.

Divê pirsigirêk û nakokî bi diyalogan bên çareserkirin.”

Salih Muslim: Divê kongreyeke netewî were lidarxistin

Endamê Têkiliyên Derve yê PYD’ê gotina Seîd Riza “Beriya ez bimirim di dilê min de bû hasret ku lîstokên hûn dikin ez nas bikim” bi bîr xist û bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya Kurdî ava bikin û kongreyeke neteweyî li dar bixin da ji her çar parçeyan re lêvegereke Kurdan çêbe.

Back to top button