
Şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Sûrî û çeteyan li herêma navbera Idlib û Hemayê de didome.
Li gorî agahiyên dawî, çeteyan stasyona Miherdê ya elektrîkê hedef girtin.
Ajansa nûçeyan a SANAyê diyar kir ku komên çete 20 fûze avêtin stasyona Miherdê .
Di encamê de gelek ziyan rû dan.
Li aliyê din jî hêzên rêjîma Sûrî bersiv dan êrîşa çeteyan û baregehên wan topbaran kirin.
Her wiha çeteyên girêdayî Cebhet El-Nusra herêmên Ebû Dihûr û navçeya Sefsafiyê topbaran kirin.
Li herdu navçeyên Hisraya û Kefer Zîta jî hêzên rêjîmê hin komên çete kirin hedefa xwe û ew dan ber topan.