Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê Ebdulkerîm Siko êrîşên PDK’ê li ser Gerîla bi sûceke mezin bi nav kir.
Ebdulkerîm Siko diyar kir ku gerîla li hemberî dewleta Tirk a dagirker disekine, lê PDK wê asteng dike.
Siko êrîşa PDKê bi “sûceke mezin” pênase kir û da zanîn ku gelê Kurd bi gelemperî şerê birakujiyê red dike.
Siko destnîşan kir ku PKK’ê êrîşî ti hêz û partiyekê nekiriye, ew ji bo doza gelê Kurd têdikoşe û mafê wê ye ku li her herêmekê û her erdingariyeke Kurdistanê têbikoşe.
Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê bang li hêzên Kurdî kir ku divê ji nakokiyan dûr bikevin û hewl bidin yekîtiyê pêk bînin.