HPG: Gerîla ji hewa ve li kozîkên dagirkeran da

HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Heftenînê ji hewa de li artêşa Tirk ya dagirker dan. Ji aliyê din ve artêşa Tirk gundên Zaxoyê bombebaran dike û nahêle gundî biçin nav zevî û baxçeyên xwe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên wan li Heftenînê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirine û ev agahî parve kir;

“Hêzên Parastinê yên Hewayî ya Şehîd Delal Amed 17’ê Kanûnê li dijî dagirkerên li Girê Koordîne ya devera Bektorya ya Heftanînê bicih bûne bi amûrên hewayî du çalakî kirin. Her du çalakî bi awayekî serketî pêk hatine.

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk ya dagirker 18’ê Kanûnê Herêmên Zap, Xakurkê û Avaşînê bi balafiran bombebarankirine.

Ji aliyê din dewleta Tirk du roje gundên Zaxo’yê topbaran dike. Hate ragihandin, şêniyên gundê Şilînê dema xwestine biçin nava baxê xwe, ji aliyê qereqolên dewleta Tirk ên li Başûr ve hatine topbaran kirin.

Hat diyar kirin ku baregehên dewleta Tirk fef li şêniyên gund xwarine û gotine, nabe hun bikevin gundê xwe û ketina gund li wan qedexe kiriye.

Back to top button