ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 100’Î DE YE

Li Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên greva birçîbûnê didomin.
Çalakiya endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz, 99 roj li pey xwe hiştin û îro di roja xwe ya 100’emîn de ye.
Yagiz di roja 100’an ya çalakiya xwe de dibêje: Ez bi xêrhatina biharê dikim.
Bi vebûna gulan em ê pêşwaziya azadiyê jî bikîn.
Her wiha çalakiya endama Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî di roja 40’î de dewam dike.

Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz, bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Nasir Yagız di roja 100’î ya çalakiya xwe ev peyam da.

Ji roja destpêkê heya roja 100’î bi heman biryardariyê ez çalakiya xwe didomînim.

Di 100 rojiya çalakiya xwe de ez bi xêrhatina biharê dikim.

Bi vebûna gulan emê pêşwaziya azadiyê jî bikin.

Ev tecrîda li ser Rêber Apo pêwîste em bi hatina biharê re bişkênin û bi Rêber Apo re azad bijîn.

Rêveberiya girtigehan zilim û zordariyê li girtiyan dikin, beriya ku şahadet çêbibe pêwîste gelê me rabe li ser piya.

Pêwîste gelê me xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derbikevin.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistan Muzeyen Guneş derbarê tendirustiya Nasir jî got;

Tendirustiya Nasir girane, bijîşkan diyar kiriye ku bi Nasir re nexweşiyên weke ser êşî, pirsgirêkên çav, hestî dihele û gelek nexweşiyên din bi Nasir re peyda bûne.

ÇALAKIYA FADÎLE TOK DI ROJA 40’Î DE YE

Her wiha endama Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fadîle Tok 40 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Fadîle Tok ragihand, berxwedan me wê bi ser bikeve û got:

Ji ber ku berxwedana me berxwedana gelan wê bi serkeftine bi encam bibe.

Me bi ruhê 14’ê Tîrmehê, bi berxwedana Xeyrî, Kemal, Elî û Mezlûman dest bi çalakiyê kir.

Em hêza xwe ji berxwedêrên li zindanan, ji Leyla û Nasir digirin.

Ji ber vê yekê, moral û coşa me her tim baş e.

Leave a Reply

Back to top button