Zarok di bin şert û mercên xirab de kar dikin

Zêdeyî 7 hezar zarok li Tirkiyê di bin şert û mercên xirab de kar dikin. Ji wan jimareke mezin zarokên penaber in. Li gorî wê di nava du salan de 134 zarok hatine kuştin. Lewra zarok dibêjin: Em nikarin biçin dibistanê em mecbûr in bixebitin.

Xizanî, bêkarî û bişaftina heyî berhema desthilatdariyê ye.

Ji ber pergala pewerde û polîtîkayên lawaz ên li Tirkiyê, jimara zarokên karker her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî daneyên Saziya Serjimêriyê yê li Tirkiyê, sala 2018’an, jimara zarokên kedkar ji sedî 21 bû.

Di nava salekê de 7 hezar zarokên din ên karker li vê hejmarê zêde bûn.

Her wiha bi qasî 600 hezar kedkarên zarok bêyî ku qeyda wan hebe dixebitin.

Li gorî zêdebûna zarokên kedkar, mirina wan a li ser kar jî zêde dibe.

Tevî vê jî li Tirkiyê 1 milyon û 74 hezar zarokên penaber hene.

Lewra jimareke mezin a zarok kedkar jî ji van zarokên koçber pêk tê.

Revandina zarokan, bi zorê dayîna xebitandin, di bin şert û mercên xirab de kar kirin, binpêkirina mafên wan û weke din rastî bi hezaran bêmafiyan hatine.

Di nava 2 salan de 134 zarokên karker hatine kuştin

Li gorî vê jî di navbera salên 2014 û 2020’î de 367 zarokan jiyana xwe ji dest dan ango 134 zarok hatine kuştin.

Li Amedê zarok heta derengê şevê di bin şert û mercên zor de dixebitîn.

Jiyana zarokan li hember aloziya aborî û mirovên xerab di metirsiyê de ye.

Li ber pêş her kesî rastî lêdanê tên.

”Em nikarin biçin dibistanê, lewra em neçarin bixebitin”

Di vê derbarê de zarokê bi navê Ehmed. K ê 10 salî wiha got:

Qezenca ez derdixim bi malbata xwe re dibim alîkar û hem jî ez pê debara xwe ya dibistanê dikim.

Abdulah ê 14 û Hamza yê 12 salî du bira ne ku bi hev re di trafîkê de avê difiroşin û camên wesayitan paqij dikin wiha gotin:

Em nikarin biçin dibistanê em mecbûr in bixebitin.

Ji bilî vê yekê jî destdirêjiya li zarokan zêde dibe.

Li dijî vê pêwîste gavek mezin were avêtin an dê pêşerojek tarî li benda zarokan be.

Back to top button