Rûspiyên Helebê soza parastina axa Sûriyê dan

Rûspiyên êlên li Helebê gefên domdar yên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Bi dehan rûspiyên bajêr li pêşiya navenda komîteyê ya li taxa Şêxmeqsûd kom bûn û daxuyanî dan.

Rûspiyan di daxyaniyê de êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çavên dewletên mêtînger li herêma Rojhilata Navîn hene û ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin, erdnîgariya wê parçe dikin.

Her wiha ev yek jî hate gotin: “Ji ber ku gelê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelên hevgirtî ye, axa Sûriyê dagir kir û hîna hewl dide vê yekê bike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew nahêlin sînaryoya Efrîn, Bab û Serêkaniyê li ser Eyn Îsay dubare bibe û dê axa Sûriyê biparêzin.

Back to top button