Di teqîna li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê de 9 kes mirin

Li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê di encama teqîna li nexweşxaneyeke taybet ku pêk hat, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku di saetên serê sibê de li nexwşxaneya taybet a ku pêketiyên coronayê lê diman tupa gazê teqiya.

Di encama teqînê de 9 nexwşên coronayê jiyana xwe ji dest da 11 kes jî birîndar bûn.

Back to top button