Meclisa nûneran ya Belçîka ji ber êrîşên Azeriyan yên li ser Qerebaxê ew şermezar kir

Meclisa Nûneran ya Belçîka bi pêşnûme biryarekê êrîşên Azerbeycanê yên li dijî herêma Qerebaxê şermezar kir. Meclisê ji Tirkiyê jî xwest ku dawî li hewildanên xwe yên leşkerî yên têkbirina aramiya li herêmê bêne.

Di pêşnûmeya ku hemû partiyên Meclisa Federal a Belçîkayê bi hevre amade kirî de, dijminahiya Azerbeycanê ya li dijî Qerebaxê hate şermezarkirin.

Daxwaz ji hikumeta welat hate kirin ji bo Ermeniyên di şer de ziyan dîtine alîkarî bike.

Parlamenterên Belçîka diyar kirin ku pêwiste şêniyên li herêma Qerebaxê bi xwe biryara jiyana xwe bidin û ji bo vê jî divê rêz were nîşandan.

Di pêşnûmeyê de îşaret bi rolê neyînî yê Tirkiye di şerê li herêmê de hate kirin.

Her wiha bang li Tirkiyê hate kirin ku dawî li kiryarên xwe yên destwerdana leşkerî ya li herêmê bêne.

Komîteya Ermeniyan a Belçîkayê ji ber helwesta parlamenteran spasiya wan kir.

Berdevkê wezareta Derve ya Tirkiyê Hami Aksoy li dijî vê pêşnûmeyê bertek nîşan da û got,

Ev yek ne bi dirokî, ne jî bi hiquqî û ne jî li ser erdê ti rastiya xwe nîne.

Back to top button