Wezareta Derve ya Amerîka biryara girtina 2 konsulxaneyên xwe yên li Rûsya da

Wezareta Derve ya Amerîkayê biryar da ku konsulxaneya xwe yên li Rûsya ji bo demkî bidin sekinandin. Kongre di 10ê Kanûnê de bi danezanek hat agahdarkirin.

Wezaretên Amerîkayê rastî êrişên sîberê hatibûn ji ber vê yekê jî Amerîka hackerên Rûsî tometbar dike.

Li ser van êrişên sîberê alozî mezin bûn û Amerîka biryar da ku konsulxaneya xwe ya li Vladivostokê bigre û xebatên konsolxaneya Yekaterinburgê ji bo demkî bide sekinandin.

Li gorî nûçeya tora CNN’ê Wezareta Derve roja 10’ê Kanûnê Kongrês bi danezanekê agahdar kir.

Berdevkê Wezareta Derve ew biryar piştrast kir û aşkere kir ku derbarê konsulxaneyên Rûsî yên li Amerîkayê ti “çalakiyek nehatiye plankirin” û wiha got:

Wezîrê Derve Mike Pompeo bi Balyozê Amerîkayê yê li Moskowê John Sullivan re axivî û biryar da konsulxaneya li Vladivostokê bigre.

Her wiha xebatên konsolxaneya Yekaterinburgê ji bo demkî bidin sekinandin.

Herwiha nediyar e ka Amerîka dê biryara derbarê konsulxaneyan de kengê bicih bîne.

Back to top button