Li Efxanistanê 9 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn

Li paytexta Efxanistanê Kabûl, di encama teqînekê de, 9 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Efxanî, teqîn li qada Sebîn Kalay ya Kabûlê pêk hat.

Çavkanîne ewlekarî teqez kir ku di vê teqînê de, erebeya parlamenterê Efxanî Hac Xan Muhemed Werdek hat armanckirin û destnîşan kir ku parlamenter ji mirinê filitî.

Ji aliyê xwe ve wezareta Hindirîn a Efxanistanê da xuyakirin ku 3 erebe li heman deverê rastî şewatê hatin, bê ku girêdana wê bi teqînê ve piştrast bike.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe, lê çav li tevgera Talîbanê ne, nexasim piştî pevçûnên duh ên li bajarê Helemend ku 10 çekdarên Talîban û 13 polîsên Efxanî, li wir hatibûn kuştin.

Back to top button