Li Iraqê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li Iraqê, 5 çeteyên DAIŞ’ê di encama 2 operasyonan de hatin girtin.

Ajansa Ewlehiya Iraqî ragihand roja Şemiyê, hêzên artêşa Iraqî li dijî şaniyên çeteyên DAIŞ’ê li Qeda El-Tarimiye  li bakurê welat, 2 operasyonên cuda pêk anîn.

Li gorî agahiyên artêşê, di encama her du operasyonan de, 5 çete hatin girtin û şane bi temamî hat rûxandin.

Ajansê her wiha eşkere kir ku şaneya hatiye girtin, tiliyên wê di teqînên vê dawiyê yên li Bexdayê hene

Jixwe, di şeva heman rojê de jî, li parêzgehên Kerkûk û El-Enbar, 4 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn girtin.

Back to top button