Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jimara pêketiyên vîrûsa Coronayê bû 7 hezar û 698 kes.
Desteya Tendurstiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 47 kes din bi Coronayê ketin û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Desteyê her wiha eşkere kir ku li gel van rewşên nû, 5 kes ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyên vîrûsê li herêmê dibe, 7 hezar 698 kes, ji wan 255 jiyana xwe ji dest dane û hezar û 94 baş bûne.