Girtiyên di girtîgehan dewleta Tirk de mane, destdirêjiya li wan hatiye kirin vegot

Komeke jinên ku bere di girtîgehên dewleta Tirk de girtî bûn, diyar kirin ku ew di dema binçavkirinê de rastî heqaretê hatine.Li alîkî din, li Îranê, li girteha Qaraçak jin rastî hemû awayên tundiyê tên.

Di çend rojên borî de, komeke jinên ku berê di girtîgehên dewleta Tirk de girtî bûn, hin dîmen li ser malperên civakî parve kirin.

Tê de piştrast kir ku di dema binçavkirinê de rastî lêgerina tazî û heqaretê hatine.

Parêzer Betûl Albay diyar kir ku tevî wê bi dehan jin rastî tundiya di girtîgehê de hatin.

Betûl anî ziman ku tu siyasetmedar an rêveberekî AKP’ê nikare binpêkirinên di girtîgehan de înkar bike, ger li kamîreyên ewlehiyê yên li girtîgehê di roja 2`ê Mijdara 2017`an de vegerin, dê wê yekê bibînin.

Mamosteya bi navê Tuba Ozdemîr jî, destnîşan kir ku dema ku ji wê xwestin cilê xwe deyne, ew rastî travmayê hat û got:

https://onedio.com/haber/turkiye-nin-gundemindeki-ciplak-arama-tartismalarinda-kim-ne-dedi-947715

https://www.cumhuriyet.com.tr/haber/akpli-ozlem-zengine-ciplak-arama-tepkisi-beni-60-yasimda-asagilayici-bir-sekilde-ciplak-aramaya-maruz-biraktiniz-1799969

Ew roja herî xirab di jiyana min de bû.

Her wiha çalakvanên hiqûqî Natalie Avazyan, Zekiye Ataç, Hagar Kuç û rojnamevan Nur Enar Kilinç, Meltem Oktay û gelek kesên din dimen û nivîs belavkirin û tê de behsa kiryarên li dijî wan pêk hatine, kirin.

Di heman derbarê de, HDP bang li cîgira serokê bloka parlamanê ya AKP`ê Ozlem Zengin kir ku li ser kiryar û heqaretên di girtîgehan de li jinan hatine kirin, lêborînê bixwaze.

Zextên rejîma Îranê li dijî girtiyan
Girtîgeha ‘Qarçak’ ji bo girtiyên jin bûye Dojeh

Li alîkî din, li Îranê jî binpêkirinên li dijî girtiyên jin dewam dikin.

Rojnameya The Sun ya Brîtanî bi raporekê ragihadn ku li gertîgeha Qarçak, tevî belavbûna nexweşiyan, girtî rastî hemû cureyên tundiyê ji kuştin û destrêjiyê tên.

Girtîgeha Qarçak zêdeyî 2 hezar jin lê girtîne.

Li gorî raporê, girtiyên jin ên sûc kirine tevî girtiyên jin ên siyasî di heman hucreyê de tên bicihkirin.

Girtiyên ku li ser rewşa xirab îtraz dike, tê êşkencekirin.

Raporê destnîşan kir ku li girtîgehê zarok bi dayîkên xwe re jiyan dikin.

Dawlat Norouzi, nûnerê DYA’î ji bo Civata Niştimanî ya Iranê, ji rojnameya “The Sun” re diyar kir ku girtîgeha Qarchak “goristanek ji bo girtiyên siyasî ye.

Back to top button