Li Kerkûkê di 11 mehan de 44 jin hatine kuştin

Li gorî daneyên Komeleya Hîwa a Iraqê ya ji bo Mafê Jinan îsal di nava 11 mehên borî de li Kerkûkê 44 jin hatine kuştin. Berpirsa Şaxa Komeleyê ya Kerkûkê jî diyar kir ku bîlanço ji vê zêdetire. Aktîvîstek jin jî sedema kuştina jinan bêplaniya hikûmet û nebûna cihek aram ji bo jinên gef lê tê xwarin, dibîne.

 

Wezareta Hundirîn ji 16’ê Cotmeha 2017’an ve rê nade polîsên Kerkûkê bîlançoya kuştina jinan ji raya giştî eşkere bike.

Lewma ev sê sal in, li Kerkûkê bîlançoya kuştina jinan bi fermî nehatiye ragihandin û li pêşiya parvekirinê astengî heye.

Lê li gorî rêxistinên sivîl û çalakvanan li Kerkûkê kuştina jinan zêde ye.

Berpirsa Şaxê Komeleya Hîwa a Iraqê ya ji bo Mafê Jinan a Kerkûkê Sirdu Ehmed ji Rojnews’ê re diyar kir ku li Kerkûkê di nava 11 mehên borî de 44 jin hatine kuştin.

Sirdu got:

Hikûmet, rêxistin û ragihandin berpirsyar e. Divê hikûmet û dadgeh ji bo dozên jinan bibin alîkar.

Sirdu Ehmed bal kişand ser kuştina jinan û eşkere kir ku ‘tenê jimara ku hatî zanîn 44 jin hatine kuştin, lê jimar ji vê zêdetir e’.

Ger li bajarekî 44 jin werin kuşt in, wê demê li bajarên din ên Iraqê çend jin tên kuştin û rewşa jinan çawa ye?”

Aktîvîsta Mafê Jinan Ciwan Hesen jî sedemên kuştin û xwekuştina jinan anî zimên ku mayîna li malê ya ji ber Corona bandor li rewşa aborî kiriye, vê jî bi xwe re çend pirsgirêkên civakî anî û tundî zêdetir bû.

Ciwan Hesen diyar kir ku her çiqas bi dehan rêxistinên mafên jinan hene û karê wan ji bo kêmkirina tundiya li ser jinane, lê hîn rêjeya kuştin û tundiyê her ku diçe zêdetir dibe.

Back to top button