Rêveberiya Giştî a Jîngehê ya Herêma Firatê dest bi çandina zêdetirî hezar darî li Xeta Kesk a bajarê Kobanê kir.
Çandina daran di çavçoveya projeya Rêveberiya Giştî a Jîngehê ya ji bo çandina nîv milyon darî de pêk tê.
Xeta Kesk ya ku darê lê têne çandin ji Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Egîd bi dirêjahiya hezar û 45 metre dirêj dibe,
Her wiha devera ku hatiye diyar kirin tu avahî tê de tune ne û darên cur bi cur di wê xetê de têne çandin.
Li gorî ku Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ragihandiye, tê payîn ku çandina daran di hefteyekê de bi dawî bibe.