Şervanê QSD’ê Demhat Til Koçer hat oxirkirin

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Dêrik û Çilaxa cenazeyê şehîd Demhat Til Koçer li goristana şehîdan ya li Til Koçerê oxir kir.

Îro bi sedan şêniyên herêmê û şervanên QSD`ê beşdarî oxirkirina cenazeyê

Şervanê QSD’ê Mûrad Elî bi nasnav Dehmat Til Koçer 18’ê mehê di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa de şehîd bû.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Til Koçer ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd bûn û merasîmek li dar xist.

Merasîm li goristana şehîdan a navçeyê bi beşdarbûna şêniyên Girkê Legê, Til Koçer, Dêrik û Çilaxa hat lidarxistin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê QSD’ê û PYD’ê axaftin hatin kirin û wiha hate gotin,

”Şehîd Demhat Til Koçer li Eyn Îsayê destaneke dîrokî nivîsand û hevalên wî hîna li hemberî dijmin li ber xwe didin.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de hat oxirkirin.

Back to top button