Serokwezîrên Sûdan û Etyopya li Cibutî civiyan

Ji ber aloziya li ser sînorê Sûdan û Etyopyayê serokwezîrên herdû welatan li Cibîtî civiyan.

Nivîsgeha serokwezîrtiya Sûdanê bi peyameke li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha got:

Serokwezîr Ebdula Hemdûk bi serokwezîrê Sûdanê Abiy Ehmed re civiyane.

Di civînê de, li ser peywendiyên navbera herdû welatan û rewşa li herêmê axivîn.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê aliyan li ser civîna ku wê di nava hefteyê de ji bo Komîteya Sînor ya Hevbeş were lidarxistin jî axivîne.

Ji ber şerê di navbera artêşa Etyopya û Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê de, bi dehezaran kes ji cih û warê xwe koçber bûbûn.

Beşek ji koçberan jî berê xwe dabûn sînorê Sûdanê.

Back to top button