Kurdên Xorosanê şeva Yelda pîroz dikin

Îşev Şeva Çille an jî Şeva Yeldayê yek ji cejnên herî kevin ên Kurdên Xorosanê û gelên Îranî ye.

Şeva Çille an jî Şeva Yeldayê yek ji cejnên herî kevn e. Ev cejna hevdem ligel şeva herî dirêj a salê ye ku, li dû wê hêdî hêdî roj dirêj dibe şev kindibe.

Şeva Yeldayê yan wek ku kurdên Xorasanê dibêjin Şeva Çêlle ji dema 21’ê kanûnê dest pê dike û heta 22’ê kanûnê ku yekem roja zivistanê ye.

Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê taybet jî Kurdên Xorosanê di Şeva Çille ango Yelda de, vê şevê bi baş pêşwazî û amadekariyê dikin, ligel cûreyên mêwe û bi taybet hinar û zebeşan amade dikin. Ji ber ku hinar û zebeş sor e û hebê wan zêdeyê weke zayîna zêde, weke sembola berekêtê digrin dest.Vê şevê heya sibê bi şadî û kêfxweşî pîroz dikin.

Peyva Yelda bi eslê xwe peyveke Sûriyanî Ye. Ev ayînîa dinê Mîtrahîzm tê weke xwedayên xwe wekê Roj dibînin. Li nav gelê Îranê û Hîndîstanê ev roj tê pîroz kirin

Back to top button