El Mihbaş: Divê Rûsya û DYA’ li hember êrîşan bi erkên xwe rabin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş bêdengiya Rûsya û Amerîkayê li hember êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê rexne kir û diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilê Sûriyê bi hemû awayan li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.

Piştî dagirkirina Efrîn, Ser Kaniyê û Girê Spî, niha jî çavên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Eyn Îsayê ye.

Ev demek e bi hemû hêza xwe dewleta Tirk û çeteyên xwe hewl didin vê navçeyê dagir bikin, lê şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, van êrîşan têk dibin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş der barê êrîşan de nirxandin kir.

Navçeya Eyn Îsayê ji bo me Rêveberiya Xweser sembol e û xwedî cih û giringiyek taybet e.

Kontrolkirin dewleta Tirk û çeteyên wê ji Eyn Îsayê re; tê wateya kontrolkirina Rêya M4 a navdewletî ku xwedî giringiyek mezin e.

El Mihbaş eşkere kir “Hemû cureyên êrîş û çekan li ser navçeyê hatin bikaranîn û rola dewletên garantor Rûsya û Amerîkayê rexne kir.”

Bi hemû cureyên çekan êrîşî Eyn Îsayê kir û ew topbarn kirin. Ev navçeya ewle ku tijî sivîl û zarok in.

Ev jî ji sûcên şer in. Divê civaka navnetewyî, DYA û Rûsya ku garantorên agirbestê ne bi erk û berpirsyariyên xwe rabin da van êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.

Eyn Îsa û her bostek ji axa Sûriyê ji bo sûriyan û Rêveberiya Xweser ji dijmin û dagirkeran re xeta sor e.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş dawiyê tekez kir “Kesên baweriya xwe bi doza xwe anîne, çi li Eyn Îsa, çi li derverên din ên Sûriyê be, wê ji bo wê berdêlan jî bidin.”

Ji ber bêdengiya civaka navdewletî, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bi armanca dagirkirina deverin din ji herêmê zêde bûne.

Back to top button