25 roj in greva birçîbûnê dewam e

Çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan dest pê kir, bi koma 5’emîn di roja 25’an de ye.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtî çalakiya xwe bi koma 5’emîn di roja 25’an de didomînin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya “Tevbigere” de ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan, li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê dirûşmên “Bijî berxwedana li zindanan”, “Tecrîdê têk bibe, faşîzmê parçe bike” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” nivîsandin.

Dadgeriya Tirk 22 sal ceyayê girtîgehê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven birî

Li aliyê din hikumta faşîst AKP’ê sembola berxwêdêra greva birçîbênê ya sala 2019’an Leyla Guven 22 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Back to top button