Welatiyên Besrayê li dijî nedana mûçeyan li qadan in

Welatiyên parêzgeha Besra ya Iraqî duh li dijî nedana mûçeyan, gendelî û rewşa aborî ya dijwar li qadan bûn.

Welatiyan da xuyakirin ku hikûmeta herêmî ya Besrayê tevî biryara belavkirinê, mûçeyên çend mehan ên 30 hezar karmendên erkdarkirî nedane.

Li groî agahiyan, ji ber kêmbûna pere û nedayîna budceya nû, mûçe nehatine dayîn.

Li ser pejirandina projeqanûna budceya sala 2021’ê, duh Desteya Wezîran a Iraqî civiyabû.

Di civînê de, ji 31 maddeyên projeqanûnê, tenê 21 hatin pejirandin.

Tê payîn civîn îro jî ji bo pejirandina madeyên mayî, dewam bike.

Back to top button