Almanya: Me ev malbat bi operasyonekê rizgar kirin

Berya Çend rojan Rêveberiya Xweser 3 jinên DAIŞ’î û zarokên wan, radestî şandeya hikumeta Almanyayê kirin. Lê çapemeniya Almanyayê belav kir ku ev kes di encama operasyoneke taybet de hatine wergirtin. Almanya, ji tirsa xirabûna têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re, naxwaze têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re eşkere bike.

Ji bo ku pêwendiyên fermî bi Rêveberiya xweser re daneyne, hikumeta Alman, tevî biryarên dadgehê yên wê bi xwe jî, malbatên endamên DAIŞ’ê yên li wargehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wernedigirtin.

Herî dawî Rêveberiya Xweser 3 jinên DAIŞ’î tevî 12 zarokan ji wargeha Roj derxistin û birin deriyê sînorî yê Sêmalkayê û ew radestî rayedarên Alman kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî belav kir, ku Rêveberiya Xweser, 3 jin û 12 zarok radestî hikumeta Almanyayê kirin.

Demeke dirêj e Rêveberiya Xweser dixwest bêhtirî 100 DAIŞ’iyên Alman radestî hikumeta Almanyayê bike, lê Almanya, îmzekirina protokola radestkirinê red dikir.

Piştî radestkirina van DAIŞ’iyan, kovara Der Spiegel a Alman, ev nûçe, weke ”Operasyoneke veşartî ya rizgarkirina alîgirên DAIŞ’ê” belav kir.

Tiştê mirov jê matmayî dimîne, çima ev nûçeyên dûrî rastiyê di çapemeniya Almanyayê de tên belav kirin.

Jê zêdetir jî, eger me ev nûçe bawer kir, çima Almanya xwedî li DAIŞ’iyan derdikeve û gelo wan ji çi rizgar dike?

Îlona borî hikûmeta Alman bi rêya kanala televîzyonê ya dewletê ya yekê ARD’ê îdîa kiribû ku Rêveberiya Xweser qebûl nake DAIŞ´iyan radestî Almanyayê bike.

Hingê jî Rêveberiya Xweser ev îdîa derewandibû û gotibû, piştî îmzekirina protokola radestkirinê, em amade ne wan radest bikin.

Beriya niha, Tebaxa borî, Rêveberiya Xweser çend zarokên sêwî ku hinek ji wan nexweş bûn, radestî Almanyayê kiribûn.

Piştre jî bi navbeynkariya rayedarin Amerîkî, jineke DAIŞ´î jî hatibû radestkirin, lê ev cara yekê ye Rêveberiya Xweser kesên temenê wan di ser 18 salan re ye yekser radestî rayedarên Alman dike.

Jixwe di vê bûyera dawî de tiştê nû ew bû ku Wezareta Karê Derve ya Almanyayê yekser çalak bibû.

Lê wezaretê dîsa jî xwe ji têkiliyê veda û got, ji ber sedemne mirovî, me ev gav avêtiye.

Back to top button