ÇETEYÊN EL-ZENKÎ LI TAXA ZÊDIYÊ 20 CIWAN REVANDIN

Kirinên çeteyên dewleta tirk a dagirker li Efrînê ji kuştin, talankirin û diziyê ranawestin.
Çeteyên dewleta Tirk, 20 ciwan ji navenda bajarê Efrînê revandin.
Her wiha 200 sivîlên Efrînî li zindanên Tirkiyê girtîne û hemû cureyên êşkenceyê li wan tên kirin.
Ajansa Mezopotamya yê ev hêjmar bi nav belge kirin.

Kirinên çeteyên dewleta tirk a dagirker li Efrînê bê-navber didomin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî çeteyên dewlet Tirk a dagirker 20 ciwan revandin.

Çeteyan taxa Zêdiyê ya navenda bajarê Efrînê dorpêç kirin û herî kêm 20 ciwan revandin.

Hat zanîn ku çeteyên bi navê “Firqet El-Hemzat” çûn û hatina şêniyan li taxê qedexe kirine.

SIVÎLÊN EFRÎNÊ LI ZINDANÊN TIRKIYÊ TÊN ÊŞKENCEKIRIN

Ajansa Mezopotamya jî ragihand ku dewleta Tirk bi sedan sivîlên ji Efrînê birine zindanên Tirkiyê û hemû cureyên êşkenceyê li wan dikin.

Li gorî ajansê destpêkê sivîlên Efrînî birine qereqolên li ser sînor û piştî çend rojan ew birine Fermandarya Cendirmeyan a Bajêr û Fermandariya Cendirmeyan a Antakyayê.

Li vir jî nêzî 15 rojan hatine sekinandin û paşê ew sewqî dadgehê kirine û şandine Girtîgeha Tîpa T a Hatayê.

Li gorî agahiyan niha 200 Efrîniyên sivîl di girtîgehê de ne..

Heta niha zêdetirî hezar sivîlên Efrînî birine Girtîgeha Tîpa T a Hatayê û gelek jê jî sewqî girtîgehên li Edene, Tarsûs, Îskenderûn, Konya û herêma Behra Reş kirine.

Ji sivîlên êşkence li wan hatiye kirin navê çend kesan wiha ne;

Raşit Maho, Cengiz Mustafa,

İdris Mustafa, Mesud Mecid Kilkavi,

Firas Kilkavi, Hüseyin Kilkavi,

Ahmet Maho, İbiş Maho,

Ramadan Hanif Maho, Muhammed Cafer û Rezzan Behcet Ahmet.

Leave a Reply

Back to top button