Hêzên taybet û hêzên ewlekariyê yên girêdayî QSD`ê li gundewarên Hesekê û Dêra Zorê 6 çeteyên DAIŞ`ê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku hêzên wan, 20`ê Kanûnê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê 2 operasyonên taybet pêk anîn.
Li gorî daxuyaniyê, operasyona yekemîn li gundê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê pêk hat û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.
Her wiha miqdareke cebilxane, çek û alavên teknîkî û hin belge ketin destê hêzên QSD’ê.
QSD’ê operasyona duyemîn jî li bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê pêk anî.
Di vê operasyonê de jî 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û miqdareke çek û alav, ketin destê şervanan.