Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê di roja duyem de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve hatî destpêkirin didome. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku dê çalakiya xwe heta serkeftinêkê bi dest bixin dê bidomînin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr di 18’ê kanûnê de greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Çalakiya ku bi pêşengiya jinan pêk tê bi koma duyem didome.

Di koma yekem de Fadîle Tok cih girtîbû û îro bi koma yekem hat serdana koma duyem û wiha got:

Ji bo serkeftinê çi ji destê me tê pêwîste em pêk bînin.

Li ser navê koma duyem jî Bihar Kara axivî û anî ziman ku:

Çalakiya me li ser esasê serkeftina pêngava ‘Dem dema azadiyê’ hatiye destpêkirin heta serkeftinê wê çalakiyên me berdewam bike.

Back to top button