Dadgeha faşîzma AKP’ê 22 sal ceza li hevseroka KCD’ê Leyla Guven birî

Dadgeha faşîzma AKP’ê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya “rêvebera rêxistinê ye” 22 sal û 3 meh ceza birî û biryara girtinê da. HDP bi daxuyaniyekî li dijî biryarê derket û diyar kir ku ev biryara dijminane ne tenê li dijî Leyla Guven û KCD’ê ye, li dijî tevahiya kurdan û muxalefetê ye.

Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê li dijî pêşengên gelên Kurd operasyonên qirkirina siyasî didomîne.

Îro danaşîna doza Leyla Gûven li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin.

Leyla Guven beşdarî danişînê nebû.

Parêzerên wê Cemîle Turhalli Balsak û Serdar Çelebî di danişînê de amade bûn.

Dadgeha dewleta Tirk derbarê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guven a ku bû sembola berxwdana greva birçîbûnê ya 2019’an li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan 200 roj di grevê de mabû biryareke sosret da.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê wek tolê ji Leyla Guven bigrin bi hincetên weke ku piştgiriya Efrînê kiriye, ji gel re civînan çêkiriye, endam û kadroyê rêxistinê ye, di danaşîna îro de 22 sal û 3 meh ceza li Guven birî û biryara girtinê jî da.

HDP: Em birayara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryara girtina Guven da û wiha got:

“Dadgeriyê bi vê biryara xwe careke din nîşan da ku li gorî berjewendiyên desthilatdariyê tevdigere.

Ev biryara dijminane ne tenê li dijî Leyla Guven û KCD’ê ye, li dijî tevahiya kurdan û muxalefetê ye.

Leyla Guven miroveke têkoşer e ku jiyana xwe ji bo aştiyê derbas kiriye, ew bîrdariya rûmetê ye.

Bi cezayan û girtinê ne Leyla Guven ne jî em ji têkoşînê venagerin.”

HDP’ê teqez kir ku ewê ev cezayê nehiqûqî û dijminane ku li Guven hatiye birîn nas nakin.

Back to top button