Mass ji bo Îran fersenda Biden dayî vale xerc nekin ew hişyar kir

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Mass bang li Îranê kir, fersenda ku serokê DYA Joe Biden yê hatî hilbijartin a vegera li peymana nûkleerî vale xerc nekin.

Heiko Maas piştî civîneke bi rêya video Konferans ya li ser Plana Çalakiya Global a Hevpar (JCPOA) ya bi Îranê re, axivî.

Mass, Îran hişyar kir û got, ji bo Biden yê dixwaze li peymana nûkleerî vegere divê Îran ji kiryarên provakasyonî dur bikeve.

Wezîrê Derve yê Almanya hewildanên Biden yên ji bo vegera li pêymanê weke fersenda dawî ya ji bo Îranê binav kir.

Piştî şopandin û lêkolînan 5 endamên dayîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY, DYA, Birîtanya, Fransa, Rûsya û Çîn ya bi Almanya û YE re peymana nûkleerî ya bi Îranê re 2015’an hatibû îmzekirin.

2018’an bi rêveberiya Donald Trump re Waşîngtonê biryara vekişîna peymana nûkleerî ya bi Îranê re da û dest bi ferzkirina cezayan li ser Îranê kir.

Îran ya ku ji çûnîna Trump keyfxweş, wê çiqasî bikare daxwaza Biden ya durketina ji çekên nûkleerî bicih bîne jî nayê zanîn.

Back to top button