Şervanê QSD’ê Fadil Derwîş li Kobanê hat Oxirkirin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Fadil Derwîş (Cûdî Kobanê) ê ku li Dêrazorê şehîd bibû, li goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Fadil Derwîş (Cûdî Kobanê) berî du rojan dema erka xwe bi cih dianî di encama qezayeke trafîkê de li Dêrazorê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Cûdî li goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Hevserokê Meclisa Katona Kobanê Mistefa Êto cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û berxwedana şervanên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin silav kir.

Êto bêdengiya civaka navneteweyî ji êrişên artêşa Tirk şermezar kir û wiha got:”Bêdengî şewqa kesk dide Tirkiyê da ku hîn zêdetir herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Lê ev nayê wateya ku em teslîmî êrişên dewleta dagirker dibin. Divê em bi erêka xwe rabin û a aramî û ewlehiya herêmêm biparêzin.”

Di dawiyê de nasnameya şehîd Cûdî Kobanê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenaze di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

Back to top button