Leyla Guven hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Amedê

“Eger li hindir an li derve be, ez ê li ser axa xwe têkoşîna xwe bidomînim. Zêde kar bikin da ku em zû derkevin” Ev gotin, gotinên Jina pêşeng Leyla Guven in dema ew girtin. Dewleta Tirk a faşîst dema Hevseroka KCD’ê Leyla Gûven dibir girtîgehê, Leyla Guven bi van gotinan li hember faşîzmê vîna xwe ya xurt nîşan da û banga berxwedanê kir.

Behaneyên Erdogan her tim hazir in û li Bakurê Kurdistanê li dijî pêşengên gelên Kurd operasyonên qirkirina xwe ya siyasî ranawestîne.

Leyla Guven a ku bû sembola berxwdana greva birçîbûnê ya 2019’an û li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan 200 roj di grevê de mabû, piştî birîna cezayê 22 salal hat girtin.

Duh danaşîna doza Leyla Gûven li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin.

Leyla Guven beşdarî danişînê nebû.

Tenê parêzerên wê Cemîle Turhalli Balsak û Serdar Çelebî amade bûn.

Dadgeha dewleta Tirk derbarê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guven biryareke sosret da.

Dozger bi îdîayên ‘avakirina rêxistin û rêvebirin’, ‘endamê rêxistinê’, ‘tevlîbûna civîn û xwepêşandanên derqanûnî’ bûye, dijî dagirkirina Efrînê derketiye, 22 sal û 3 meh ceza li Leyla Guven birî.

Piştî vê biryarê, Leyla saet 23:30’î li Amedê hate binçavkirin û dema dagirkeran girt ser malê û xwestin wê binçav bikin, ev tişt ji wan re got:

Leyla Guven: Gelekî kar bikin da em derkevin

Eger min bixwesta, min dikarî derketibama derveyî welat.

Lê siyasetmedar im û eger li hindir an derve bim, ez ê heta dawî li ser axa xwe têkoşînê bikim.

Leyla li hemberî faşîzma dewleta Tirk nîşaneya vîna azad a jina Kurd e û ji bo hemû siyasetmedarên Kurd û Tirk jî peyamek e.

Vê sibê Midûriyeta Bajarê Amedê Leyla Gûven bir dadgehê.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek siyasetmedar li ber dadgehê li hev kom bûn.

Guven ji bo kesên li ber edliyê kom bûne, got, “Pirsgirêk nîne. Gelekî bixebitin ku em zû vegerin”.

Piştî ku 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara der barê Guven de jê re xwend, Guven hate girtin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê.

Back to top button