2 bombe bi karwanên hêzên Koalîsyona Navdewletî ve, hatin teqandin

Li Iraqê, 2 bombe bi karwanên hêzên Koalîsyona Navdewletî ve, hatin teqandin.

Li gorî çavkaniyeke ewlehî ya Iraqê, Duşemê li parêzgeha Babilê bombeyek bi karwaneke lojistîk a Koalîsyona Navdewletî ve, teqiya.

Di encama teqînê de, ziyan tenê li erebeyan hat kirin.

Her wiha Yekşêmê jî, li ser rêya El-Nasiriyê, bombeyek bi karwaneke din ve hatibû teqandin û hêzên parastina karwanê hatibûn birîndarkirin.

Back to top button