Endamê Balyozxaneya Tirkiyê ya Birûkselê ji ber qaçaxiya Heroînê hat girtin

Her roj bûyereke nû eşkere dibe, ku asta bikaranîn û belavbûna madeyên hişbirê li Tirkiyê piştrast dike. Piştî şandina hebên hişbirê ber bi Siûdiyê ve, derket holê ku Endamê Balyozxaneya Tirkiyê ya Brukselê qaçaxçiya Heroînê dike. Di erebeya wî de, 100 kg Heroîn bi buhayê 5 milyon Euro hat dîtin û ji ber qaçaxçiya wê niha hatiye girtin.

Tirkiye, di belavkirin û bikaranîna madeyên hişbirê de, çavkanî û navdar e.

Ne tenê belavkirina madeyan di nava ciwanan de, êdî bazirganiya berpirs û rayedarên hikumetê bixwe jî ku bi her awayî vedişêrin, ji raya giştî re eşkere dibe.

Şêwirmendê kevin ê Çapemeniya Balyozxaneya Brûskelê ya Tirkiyê û berdevkê Însiyatîfa Misilmanên Ewropayê Veysel Filîz dema dixwest ligel malbata xwe derbasî Bûlgarîstanê bibe, di erebeya wî de 100 kg heroîn hate girtin.

Ev rêjeya heroînê jî bi buhayê 5 milyon Euro ye û ji ber qaçaxçiya wê Veysel Filîz hatiye girtin.

Rêveberiya Gumrikê jî ev 15 roj in, vê mijarê dinuximîne û ferman daye ku ev agahî dernekeve derve.

Dema Veysel Filîz li Balyozxaneya Brûkselê kar dike, rasterast ji aliyê Serokwezîrtiya Tirkiyê ve tê erkdarkirin û endamê MIT’a Tirk bû.

Ne tenê li Tirkiyê; li welatên din jî êdî van madeyan belav dike û bi rêya firotin û bazirganiya van madeyan hewl dide aboriya xwe ya têkçûyî, qerebo bike.

Beriya çend rojan, Siûdiyê hewldana derbasbûna miqdareke mezin a hebên hişbirê ku ji Tirkiyê dihatin, têk bir.

Ev yek jî asta hilweşîn, têkçûna aborî û rewşa xerab a li Tirkiyê radixe ber çavan.

Back to top button