Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kurdên Bakurî dersînor dike

Desthilata Başûrê Kurdistanê biryara dersînorkirina Kurdên ku ji ber zextên Tirkiyê koçî Dihokê bûbûn, daye û heta niha 3 kes hatine dersînorkirin.

Ajansa Nûçeyan “Roj News” da xuyakirin ku desthilata Dihokê ji 14 Kurdan xwestiye ku vegerin Bakurê Kurdistanê, an jî biçin Rojava.

Ji van 14 kesan, 3 dersînorî Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, çend jî derbasî Hewlêrê bûne û rewşa yên din hêj zelal nebûye.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di bin zext û daxwaziya dewleta Tirk de, biryara dersînorkirina Kurdên ji Bakur dide, lê ji ber ku Tirkiye cezayê girtinê li piraniya wan biriye, nikarin vegerin warê xwe, lewma neçar dimînin ku derbasî Rojava bibin.

Back to top button