Qeleçî: Ne pêkan e dagirker bibe garantor

Sekretêrê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesans a Sûriyê Mistefa Qeleçî anî ziman “Ne guncaw e ku sêaliyên Astanayê bibin piştevanên xebata siyasî ya li Sûriyê.”

Mistefa Qeleçî piştrast kir ku sê-aliyên Astanayê nabe bibin alîkarên xebata siyasî ya li Sûriyê, ji ber ne gungaz e dagirker bibe garantor.

Qeleçî got:

Parastina Eyn Îsayê ne berpirsyariya Rûsyayê tenê ye.

DYA’yê jî bi bêdengiya xwe hevkar e, ji ber helwesta wê dide diyarkirin ew pê re ye, ku Tirkiyê herêmên bixwaze dagir bike.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesans a Sûriyê Mistefa Qeleçî dawiyê tekez kir: “Ji tevan tê xwestin ku di yek xendekê de li gel hêzên ku Sûriyê diparêzin bisekinin, ji ber biyanî, dagirker û ne hevalbend e.”

Back to top button