Kongrea Dengê Nerazî: Em ê li ser kuştin û êşkencekirina xwepêşanderan dozê vekin

Kongreya Dengê Nerazî li ser kuştin û êşkencekirina xwepêşanderan, dê dozê li ser asta navneteweyî li dijî hikûmeta Başûrê Kurdistanê veke.

Kongreya Dengê Nerazî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew amadekariyê li ser asta Amerîka û Ewropayê dikin ku der barê kuştin, girtin û êşkencekirina xwepêşanderan de, dozeke siyasî li dijî desthilata Başûrê Kurdistanê vekin.

Kongreyê anî ziman ku ew ji bo vê mijarê hewlên ciddî didin û bang li hemû welatiyên herêmê kir ku belgeyan li ser sûcên hikûmetê pêşkêşî wan bikin.

Welatiyên Başûr ji ber gendeliya hikûmetê, nedana mûçe, qeyrana aborî û siyasî derketibûn xwepêşandanan.

Di ber bidestxistina mafan de, 9 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek hatin birîndarkirin û girtin.

Back to top button