Li Dêra Zorê, di encama teqînekê de, hevserokê Meclisa gundê El-Kuber, hate kuştin.
Vê sibehê, hevserokê meclisa gundê El-Kuber ê Dêra Zorê Mihemed Xelef El-Necim bi mayînekê ku di erebeya wî de hatibû bicihkirin, hate kuştin.
Li gorî agahiyan, teqîn li pêşiya Şaredariya Gel a gund pêk hati û tê texmînkirin jî ku mayîn ji dûr ve hatiye teqandin.
Piştî teqînê, yekser hêzên Asyîşê û tîmên rûbirûbûna mayînan, cihê bûyerê dorpêç kir û dest bi lêpirsînê kir.
Di meha borî de jî, kesine nenas bi ser mala serokê Nivîsgeha Zabîteyê ya Şaredariya El-Kuber de girtibû û ew kuştibû.