Li Danîmarka bi milyonan vîzonên hatîn kuştin wê ji bin axê werin derxistin

Danîmarkayê ji ber hinceta vîrûsa Corona bi milyonan vîzon kuşt. Bi hinceta ku wê rê li ber qirêjiyeke mezin vekin, vê carê wê ji bin axê werin derxistin.

Li gorî daxuyaniya hikumetê ji bo pêşîlegirtina qirêjiyê sala bê wê 4 milyon vîzonên hatibûn kuştin, ji bin erdê werin derxistin.

Tê gotin piştî îxtîmala vîrûsê ji holê rabe wê di nava şeş mehan de ev tişt pêk were.

Wê ev vîzonên kuştî piştre werin şewitandin.

Di meha Mijdarê de li nêzî bajarên Helstobre û Karûbê li du qadên leşkerî çal hatibû kolandin û vîzon li wir hatibûn veşartin.

Danîmarkayê bi hinceta mûtasyona Corona, di meha Mijdarê de 15 milyon vîzon kuştibû.

Niha jî ev vîzonên ku werin derxistin wê werin şewitandin.

Li gorî lêkolînên niha vîzon tekane heywan e ku vîrûs dikare bi rêya wan derbasî mirovan bibe.

Back to top button