YE dixwaze Joe Biden li peymana Nukleerî ya bi Îranê re vegere

Peymana Nukleerê bi gavên DYA û Îranê hîn bêhtir dikevin rewşeke nediyar. Dewletên ku mohra xwe danîne binê peymanê bang li Joe Bîden kirin ku mohra xwe deyne binê vê peymanê.

Peymana Nukleerê ku sala 2015’an li Viyanayê hate îmzekirin, sala 2018’an piştî ku Serokê DYA Donald Trump xwe jê vekişand, ketibû rewşeke metirsîdar.

Ji ber ku rêveberiya Îranê salên dawî kapasîteya xwe ya ûranyûma dewlemendkirî zêde kir, metirsiya li ser peymanê zêdetir bû.

Wezîrên Derve yên welatên Ewropayê, Rûsya, Çîn û Îranê doh li hev civiyan û dubare kirin ku ew dixwazin peyman bê rizgarkirin.

Di civînê de işaret bi projeya zêdekirina hejmara santrîfujê hate kirin ku Îranê ji bo dewlemendkirina ûranyûmê dema dawî giranî daye ser û ji Îranê hate xwestin ku dest ji vê projeyê berde.

Wezîrên welatên tevlî civînê bûn bi awayekî giştî bang li Serokê nû yê DYA’yê Joe Biden kirin ku li peymanê vegere û soza xwe ya di vê mijarê de bi cih bîne.

Wezîran destnîşan kirin, ku ji bo paşerojê gelekî girîng e ku DYA li peymanê vegere û Îran jî dakeve asta rêjeya ûranyûmê ya ku di sala 2015’an de hatiye diyarkirin.

Eger bi Îranê re peyman beriya meha Hezîranê neyê nûkirin, wê li benda biryara hikumeta nû ya Tehranê bê sekinandin.

Eger muxafazkar bi ser bikevin, hingî peymaneke mîna ya sala 2015’an wê zehmet be.

Piştî ku di dawiya meha Mijdarê de fîzîkvanê nukleerê yê naskirî Mohsen Fakrîzade di encama êrişekê de hate kuştin, muxafazakarên ku Îran berpirsyar nîşan dan ragihandibûn ku wê bersiveke tund bidin.

Back to top button