Efxanistan..Di teqîna li paytext Kabûlê de 5 kes mirin û 2 jî birîndrbûn

Li paytexta Efxanistan Kabûlê, di encama teqînekê de, 5 kes hatin kuştin.

Berdevkê polîsên Kabûlê ragihand ku di seatên vê sibehê de, li Kabûlê û li nêzî navçeya 7. a polîsên navçeyê, erebeyeke bombebarkirî hat teqandin.

Di encama teqînê de, 5 kes ku di nav wan de, 3 bijîşk hebûn, hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên, heta niha ti alî ev teqîn negirtiye ser xwe.

Di heman mehê de, dîsa li Kabûlê, 9 kes di encama teqînekê de, jiyana xwe ji dest dabû.

 

Back to top button