Çiyayên volkan yên li Hawaîî û Îtalya agir barandin

Li Amerîka û Ewropa careke din çiyayên volkanîk ketin tevgerê. Volkanên ku pêk tên jî bala niştehicên herêmê dikişîne û dumaneke zêde radibe esmanan.

Çiyayê şewatê yê Kilauea yê volkanîk ku li eyaleta Hawaii ye, ji 1983’an ve dişewite.

Her tim li çiya teqînên volkanîk pêk tê.

Çavdêriya Volkanê ya Hawaîî di daxuyaniya dayî de ragihand ku li herêma Halemaumau ya Çiyayê Şewatê Kilauea teqînên volkanîn pêk hatine.

Piştî vê di aliyê bejahî û hewayî de tedbîr hatin zêdekirin.

Li Îtalya jî Çiyayê Etna yê li Sicilya agir barand.

Di teqîna volkanîk de bi sedan metre agir herikî.

Li gorî raporan tevgera volkanîk di şevekê de zêde bû.

Çiyayê Etna 3 hezar û 329 metre bilinde û di Ewropa de çiyayî herî bitevger yê volkanîke.

Back to top button