MSD’ê: Tirkiyê hewldanên bidawîkirina şerê li Sûriyê têk dibe

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser Eyn Îsayê hişyarî da ku ev êrîş pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê têk dibe.

MSD’ê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir û da zanîn ku ji mafê QSD’ê ye serweriya Sûriyê biparêze û nehêle dewleta Tirk û çeteyên wê herêmê dagir bikin.

MSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê zêde kirine û wiha dewam kir;

Êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê peymana agirbestê ya di navbera QSD’ê û dewleta Tirk bi garantiya Rûsya û Amerîka bin pê dike.

Eger ev êrîş neyên rawestandin wê tevahî hêvî û hewldanên navneteweyî yên bidawîkirina şerê li Sûriyê li welat a li gorî biryara 2254 têk biçin.

Em bang li Rûsya û Amerîka dikin ku rasterast van êrîşên dijminane rawestînin û sînorekî ji binpêkirinên wê yên domdar ên li dijî qanûnên navneteweyî re deynin.

Her wiha em bang li tevahî sûriyan dikin ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin, ji ber ev pêvajo ezmûmmeke niştimanî sûrî ye.”

Back to top button