DMME: Divê Selahedîn Demîrtaş bilez were berdan

DMME’yê derheqê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn biryar da û got divê bilez were berdan.

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derheqê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîngirtî biryar da û xwest ku Demîrtaş bilez were berdan.

Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal li ser biryara DMM’yê got,”Derheqê Rêzdar Demîrtaş bi biryareke giran û dîrokî biryar li ser daye ku Demirtaş bilez were berdan.

Bi vê biryarê de hemû sûcdariyên li ser miwekîlê me pûç bûne, hatiye pejirandin ku miwekîlê me bi sedemên siyasî ev 4 sal in rehîn hatiye girtin.”

Karaman her wiha got, ”Ev biryar teqez û bi hikmê fermanê ye” û got divê Demîrtaş bilez were berdan.

Back to top button