DYA’yê ceza li 18 kes û şîrketên girêdayî hikumeta Şamê birî

Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê ceza li 18 kes û şîrketên girêdayî hikumeta Şamê birî.

Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ceza li 18 kes û şîrketên Sûriyê yên girêdayî hikumeta Şamê birî.

Wezaretê daxuyand ku 7 kes û 9 şirîkên li lîsteya cezayan hatin zêdekirin.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mike Pompeo li ser Twitter nivîsî:

“Dewletên Yekbûyî yên Amerîka îro ceza li 18 kes û şîrketên din birî, ji ber destekê didin alava şer a Esed û xebatên bidawîkirina şerê li Sûriyê asteng dikin. Em bi gelê Sûriyê re ne û careke din piştgiriya xwe bi rêya aştiyê ya li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya bi hejmara 2254 teqez dikin.”

Back to top button