Dewleta Tirk dema lêgerîna keştiyên xwe heta Hezîrana 2021 dirêj kir

Dewleta Tirk, bi hişyariyeke deryayî ya nû, dema lêgerîna li rojhilatê Deryaya Spî, heta Hezîrana 2021 dirêj kir.

Rojnameya Yenî Çax a Tirkî ya muxalif diyar kir ku hişyariya nû, girêdayî herêma deryayî ya ku keştiya Oruç Reîs lêgerînê lê dike ye.

Rojnameyê teqez kir ku di vê maweyê de, wê her du keştiyên Atman û Cengîz Xan jî bi keştiya lêgerînê re bin.

Tê zanîn, li gorî hişyariya dawî ya dewleta Tirk, 29 vê mehê hemû karên lêgerîna li rojhilatê Deryaya Spî, bi dawî dibûn.

Back to top button